Xeyala Kurdî ya Bochenskayê

“Kêfa min ji çirokên wî re pir tê û ji pêvajoya wergerandina wan re. Ew seruvenek e, seruveneke ne tenê bi zimanê Kurdî, her wiha bi zimanê Polonî ye jî. Ji ber ku divê li peyvên Polonî yên guncan pir bigerim.” 
20 Ocak 2017 Cuma | HaberXeyala-001

İBRAHİM BULAK / NAVENDA NÛÇEYAN

Joanna Bochenska a Polon ku ji Kurdî çîrok û helbestan werdigerîne zimanê Polonî herî dawî di kovara Fritillaria Kurdica (Bulletin of Kurdish Studies) de çar çîrokên Mehmet Dîcle wergerandin Polonî.

Joanna Bochenska li Polonyayê di Beşa Zanistên Kurdî ya Pişka Îrannasiyê li Enstîtuya Zanistên Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagiellonskî de dersên Kurdî dide xwenkarên Polon û her wiha pêşengiya derxistina kovara Fritillaria Kurdica dike. Heta niha 15 hejmara Fritillaria Kurdica derçûne û tê de li gel kurteçîrokên Helîm Yûsiv, Hesenê Metê, Selahattîn Bulut, Jan Dost û helbestên Jana Seyda bi wergera Bochenska bi zimanê Polonî derketin pêşberî xwendavanên Polonî.

Fritillaria ku tê wateya kulîlka guldixwîn li gel nivîsên bi zimanên Ingilizî û Polonî nivîsên Kurdȋ, Rûsȋ û Tirkȋ jî dihewîne.

Em bi lêkolîner, wergêr Joanna Bochenska re di der barê wêjeya Kurdî û serhatiya wê ya wergerê de avixîn.

 Çîrokên ji malbata Celîlan heta Mehmet Dîcle 

Me ji Bochenska pirsî ku gelo heta niha metneke edebî (helbest, roman, çîrok û hwd.) ji Kurdî bo Polonî hatine wergerandin an çîrokên wê wergerandine di vî warî de yekemîn in. Bochenskayê pirsa me wiha bersivand: ”Di destpêkê de min ji bo teza doktoraya xwe û kitêba xwe ya li ser edebiyata Kurdî ya ku sala 2011’an çap bû wergerên kurt hazir kirin, parçeyên tekstê, le wê demê ev bi alikariya zimanê Tirkî bû, Kurdiya min ne ewqas baş bû.

Lê heta îro min çend projeyên wergera wêjeya Kurdî bi dawî kirin:

* Wergera çirokên ji berhevkirina malbata Calîlan, ev proje sala 2011’an destpêkir û sala 2014’an bû pirtûkeke xweşik ya ku namzeta pirtûka salê ji nav pirtûkên zarokan di çarçoveya wênekeşî de bû. Ji weşanxaneya Namas hatibû çapkirin.

* Sala 2013 di çarçoveya projeya me ya lêkolînî de min kurteçirokên Selahattîn Bulut, Hesenê Metê, Helîm Yûsiv û Jan Dostî digel helbestên Jana Seydayê çap kirin di kovara me de ya bi navê Fritillaria Kurdica(Bulletin of Kurdish Studies) de.

* Sala 2014 min helbestên Kurdî yên helbestvanên ji çar parçeyên Kurdistanê, yên jin û mêr, yên Soranî û Kurmancî çap kirin. Lê îcar ne tenê wergerên min têda hebûn hem jî wergerên Hatif Janabî hebûn. (yên ji Erebî). Hatif Janabî Ereb e, helbestvan e, li Polonyayê dijî , li zanîngeha Warszovayê dixebite û ji çanda Kurdî hez dike. Loma min wergerên wî yên dema berê hazirkirî bûn jî çap kirin. Ji bilî vê çend hevalên min yên soranîaxev ji bo min alîkar bûn bo wergerandina helbestên Soranî.

* Niha min kurteçirokên Mehmet Dîcleyî çap kirin.”

Ew seruvenek e

Mehmet Dîcle, nivîskarekî ciwan e û heta niha sê pirtûkên wî yên çîrokan ji weşanên Avestayê derçûne; Nara, Asûs û Ta. Mehmet Dîcle di çîroknûsiya modern a Kurdî de nivîskarekî serketî ye. Dibe ku haya gelek xwendavanên Kurdî ji nivîskariya Mehmet Dîcle tunebe lê Bochenskayê çar çîrokên wî wergerandin zimanê Polonî. Joanna Bochenska wiha qala serhatiya xwe ya wergêriyê û çîrokên Mehmet Dîcle dike: ”Mehmet Dîcle nivîskarekî pir berhemdar e û ji bilî vê min xwest vê carê nivîskarekî ciwan bê pêşkêşkirin. Min çar çîrokên wî wergerandin: “Nara”, “Du Kanî”, “Kuça filan” û “Simîtfiroş”. Her yek aliyên cuda cuda yê wêje û potansiyela niviskariya Dîcleyî nîşan didin. Kêfa min pir ji çirokên wî re tê û ji pêvajoya wergerandina wan re. Ew seruvenek e, seruveneke ne tenê bi zimanê Kurdî, her wiha bi zimanê Polonî ye jî. Ji ber ku divê li peyvên Polonî yên guncan pir bigerim. Îcar bi saya berhemên wî ez vegerame helbestvanekî taybet yê Polonî, yê ku dema şerê cîhanê yê duyemin ji aliyê leşkerên Hitler hat kuştin, navê wî Krzysztof Kamil Baczyński (1921-1944) e. Helbestên wî tijî peyvên reng û reng û dengan bûn, hîsa wî ya taybet ji bo berawirdikirinên xwezayî hebû, bi qasî ya ku Mehmet Dicleyî jî. Û dîmena etîk ya zehf xurt, naskirina êş û derd bi saya peyvên xweşik. Em çawa dikarin bi van peyvên bedew êşeke kûr bijîn û çawa hem derd hem jî kêfxweşiyeke mezin ji wan bistînin?

Estetîk û etîkî pir xurt û serkeftî li hev girê dide

Dicle bala min ya ku lêkolîner jî dikişîne ji ber ku ew mijarên estetîk û etikî pir xurt û serkeftî li hev girê dide û ev jî bi xwe babeta projeya lêkolîna min e (yanî nirxên estetîk û etîk di nav edebiyata Kurdî de). Ez zanim ku nivîskarên din jî hene, ez pir dixwazim zêde bixwînim û werbigerînim lê mixabin demê min pir kêm e û ev îş ne pir asan e, zehmet e. Ji ber îşên lêkolînî dema min ji bo wergerê kem e. Lê di pêşêrojê de dixwazim dem ji bo vê yekê veqetînim.”

Ev xeyala min e

Ev çend salên dawî wêjeya Kurdî di warê wergerê de deriyên wêjeya cîhanê yeko yeko vedike. Helbet ev prosesa danûstendina di nav zimanan de ne tiştekî hêsan e. Him berhêm biyanî bo Kurdî tên wergerandin, him jî berhemên Kurdî bo zimanên dîtir tên wergerandin. Bo nimûne romana nivîskarê Kurd Bextiyar Elî bi zimanê Almanî derçû, roman gelekî hat xwendin. Me ji Bochenskayê jî pirs kir ku gelo heger çîrokên wê wergerandine sibê dusibê wekî pirtûk bên çapkirin, dibe ku xwendavanên Polonî bi rêya Mehmet Dîcle edebiyata Kurdî binasin, bi ser ve bin: ”Erê, wisa dixwazim, ev xeyala min e û hêvî dikim pirtûk jî wê çêbe. Lê niha înternet jî serkaniyeke baş e û ez dibînim carna mirovên Polonî yên ku li derveyî welatê xwe dijîn û li Ewrûpayê rastî Kurdan tên malpera me û hejmarên kovara me kifş dikin, ev tê maneya çapkirina bê sinor. Hêvî dikim piştre dora kitêban jî wê bê.”

Divê Seyit Alp neyê jibîrkirin

Me dîsa ji Bochenskayê pirsî ku ji bo siberojê metnên Kurdî an jî nivîskarên Kurd hene ku  dixwaze wergerîne Polonî? Wê ev yek wiha bersivand: “Hene, lê kêfa min her car ji naskirina hûr hûr ya niviskariya yekî tê. Yanî ku çend yan hemû berhemên kesî binasim. Vê gavê werger asantir û balkêştir e. Deryayeke kûr û berfireh e. Berê ez bi berhemên Mehmet Uzun û bi taybetî yên Hesenê Metêyî, ji bili vê yên Jan Dost û Helîm Yûsivî mijûl bûm. Di nav nivîsên min de li ser edebiyata Kurdî hûn dikarin şopa vê yekê peyda bikin. Lê firsat nebû ku zêde wergerînim jî.

Nivîskarekî hebû ku niha navê wî tê ji bîr kirin ji ber ku bi Tirkî nivîsî bû, Seyit Alp. Derûniya lehengên berhemên wî xurt e û ger rojêk bixwazim vegerim zimanê Tirkî dixwazim karên wî wergerînim jî. Lê bila Kurd navê wî ji bîr nekin! Ew nivîskar bi ya min divê ji nû ve bête kifş kirin.”

Divê kursên ji bo biyaniyan zêde binXeyala-002

Bi rêya Beşa Zanistên Kurdî ya Pişka Îrannasiyê li Enstîtuya Zanistên Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagiellonskî li Krakowê yê bajarê Polonyayê dersên Kurdî tên dayîn. Me ji Joanna Bochenskayê pirsî ku ji xeynî wê kes hene ku li ser Kurdî û wergera wê biqasî wê kamil bûne, wiha bersivand: “Na, mixabin, xwendkarên Polonî yên ku ez dersa Kurdî didime wan, Kurdî dixwînin lê dersên wan kem in, nikarin di çarçoveya van dersan de Kurdî baş fêr bin.

Ez dibêjim divê Kurd îro li ser projeyên kursên zimanê Kurdî ji bo biyaniyan zêde bifikirin. Bêyî wê edebiyata Kurdî çawa bê naskirin? Ger biyanî dest bi xwendina Kurdî bikin, ev Kurd ku niha Kurdî nizanin, vê çaxê wê bixwazin zimanê xwe bizanin.